MEY: Em ê tevlî êrişên li ser Îranê nebin

Mîrekiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY), diyar kir ku di şerê Rojhilata Navîn de "bi awayekî neheq bûne armanc" û ragihand ku ew ê tevlî tu êrişên li ser Îranê nebin.

Mîrekiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) ragihand ku ew ê tev li tu êrîşên ku li dijî Îranê werin kirin nebin.

Balyozê MEY’ê yê li Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Cenevreyê Cemal Muşarakh, di daxuyaniya xwe ya ji bo rojnamevanan de diyar kir ku helwesta welatê wî di vê mijarê de zelal e.

Muşarakh ev îfade bikaranîn: “Me berê jî û heta bûyerên niha yên ku em li herêmê dibin şahid, bi awayekî pir eşkere diyar kir ku; wekî Mîrekiyên Ereb ên Yekbûyî, em ê ji ser axa xwe tev li tu êrîşên li ser Îranê nebin û em ê di nav pevçûneke wiha de cih negrin.”

MEY'ê her wisa destnîşan kir ku di şerê Rojhilata Navîn de "bi awayekî gelekî neheq bûne armanc".